Li Tirkiyê koma Komisyona Aqilmendên herêma Marmara, çûne bajarê Çanakkale û li bajêr bi gel re civîn lidarxistin. Di nav kesên ku beşdarî civîna aqilmendan bûbûn de, wek her carê, vê carê jî eşkere bû ku hin mirovên dixwazin pêvajoya destpêkirî a çareserkirina pirsgirêka Kurd provoke bikin jî hene.
Di civînê de çend kes rabûne ser linga û bi zimanekî tund aqilmendên komisyonê bi xaîytiyê îtham kirin. Provokatoran bertek nîşan dan ku çima hûn bi sirûda netewî (îstîklal marşi) dest bi civînê nakin. Ji wan yekî bi kelecan rabû ser linga, hin rexneyên xwe gotin û ji bo protestokirina aqilmendan dest bi sirûda netewî kir. Lê derkete holê ku ew bi xwe jî sirûda netewî bi temamî nizane. Dest bi sirûdê kir lê dawî lê neanî û vê jî rê ji rezîliya wî re vekir. Li salonê hemû kesên ku beşdarî civînê bûbûn têra xwe bi mirovê provakator keniyan.
AVESTA KURD