Serrûpel Nûçe “Welat ji zimên ne grîngtir e”

“Welat ji zimên ne grîngtir e”

Belav bike

Hakki Devrîmê ku 60 sal in rojnamegeriyê dike û li ser ziman dixebite, di hevpeyvîneke xwe de a ku bi rojnemavan Hazal Ozvarişê re pêk aniye de, li ser pirsa, “Em baş dizanin ku hûn grîngiyeke mezin didine zimên û di quncikê we yê nivîsê de jî beşeke bi navê “Dîl Yâresî” heye. Ger ku em di vê mijarê de bipirsin, ji bo daxwaziyên ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî yê duyem, hûn çi difikirin?”
Hakki Devrîm di bersivan xwe de grîngiya her zimanî wiha aniye ziman: Ji bo mirovan hebûna herî pîroz ziman e. Mixabin mirov qasî ku grîngiyê didine jinan nadine zimanê xwe. Gelo ji bo mirovekî zimanê wî qedexekirinê mezintir cinayet dibe? Tenê ne zimanê Kurda, zimanê hevalên me yên Rum, Cihûyan jî qedexe kirin. Xwestin keşîşan di bûyerên 6 û 7ê Îlonê de sinet bikin. Di nav ev hemû hengameyê de dozeke min a zimên heye lê hêviya min tine ye. Ji bo daxwazên Kurda ti îtiraza min tine ye. Ev daxwazana mafên bingehîn yên mirovan in. Qasî mafê jiyankirinê xwezayî ne û rewa ne. Pêwiste mirov bona ku fêrî zimanê xwe bibe, ji saziyên sazkirî û meşrû sûdê werbigre. Dibêjin, ‘perwerdehiya bi zimanê zikmakî wê welêt dabeş bike.’ Ku perwerdehiya zimanê zikmankî dike welêt dabeş bike bila bike. Ji bo min welat ji zimên ne grîngtir e.” 

AVESTA KURD