Serrûpel Nûçe Îbo di WSJ de bû manşet

Îbo di WSJ de bû manşet

Belav bike

Stranbêjê resen Kurd yê bi navûdeng Îbrahîm Tatlises, îro di rûpela yekê a rojnameya Amerîkî Wall Street Journal de derket.
Tatlises ne bi huner û dengê xwe, bi şêweya simêlên xwe di WSJ’yê de bû manşet.
Di nûçeya ku bi îmzeya Joe Parkinson derketiye de, li ser turîzma estetîkê tê sekinandin û bi awakî berfireh li ser por çandin û şêweya simbêlan disekine. Tê îfadekirin ku, zilamên dixwazin lêva xwe a jor çêbikin, ji Ewrupa, Rojhilata Navîn û Asyayê diçine Stenbolê û pirraniyên wan ji xwe re kesên navdar yên wek Tatlises mînak digrin. Ji bo zilaman simbêla Îbrahîm Tatlises wek mînak tê nîşandan. Li Stenbolê bihayê simbêleke wek Tatlises 5 hezar dolar e û bi operasyoneke ku qasî 5 seeta dajo tê çêkirin.
Di nûçeya rojnameya WSJ’ê de cih digre ku, gellek fîrmayên turîzmê, pakêtên tatîlê yên ku di nav de por çandin û simbêla wek Tatlises çêkirin jî heye pêşkêşî bikirên xwe dikin.

AVESTA KURD