Serrûpel Nûçe Kirin ku vî peykerî Ataturk bidizin binêrin ji bo çi?

Kirin ku vî peykerî Ataturk bidizin binêrin ji bo çi?

Belav bike

Li Stenbola Tirkiyê, li taxa Kuçukçekmece, doh seet di 22.00 an de, du mirova hewl da ku peykerê Ataturk bidizin.
Du dizên ku derket holê berê jî peyker dizîne, di demeke ku dinya tarî bû de, bidizî dest bi hesin birîna peykerê Ataturk yê li Qada Komarê a Kucukçekmeceyê kirin. Hemwelatiyên li derdorê ku rewş ferq kirin, diz îxbar kirin û di demek kin de polîs hatine cihê bûyerê. Dizan her çiwas dest bi revê kirin jî nikaribûn şopê li ser xwe wenda bikin û hatine girtin.
Ew peykerê Ataturk, graniya xwe tonek e. Peykerên ku ji madeya birincê hatine çêkirin, kîloya wan bi 20 lîreyî difirojin.
Li ser bûyerê, Şaredarê Kuçukçekmece Dr.Hasan Akgun daxuyaniyek belav kiriye û diyar kiriye ku, ji bo pereyan nirxên me yên netewî û manewî didizin ku ev qet nayê qebûl kirin. Şaredar bûyer şermezar dike. 
Di 23ê Avrêlê de li Gebzeyê ji ber ku posterê Ataturk bi şaşî bi awakî berevajî li ser avahiya Odeya Bazirganiyê hatibû daliqandin, li Tirkiyê rê bi skandaleke mezin re vekiribû û ji aliyê gellek kesan ve bûyer hatibû şermezarkirin.

AVESTA KURD