Serrûpel Nûçe Li Misirê şîdeta polîsan sînor nasnekir (Vîdyo)

Li Misirê şîdeta polîsan sînor nasnekir (Vîdyo)

Belav bike

Li Misirê çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin. Armanca çalakiyê ev bû ku, êdî leşker xwe ji rêvebiriya Misirê vekişînin. Hêzên dewletê li dijî çalakvanan, ku di nav çalakvanan de jin jî hebûn û jin bi hovane rasta tundiya polîsan hatin, şîdeteke bêsînor bikaranî.
Piştî şoreşa Misirê dihat payîn ku li welêt demokrasî pêşkeve û serbestî zêde bibe, lê di dîmenên ku hatine weşandin de xuya dike ku Misir her diçe li dijî mixalifan tundiyeke bêtir nîşan dide.
Di dîmenan de jin ji aliyê gellek polîsan ve têne derpkirin û kincên jinê li ser wê têne parçekirin.

AVESTA KURD