Bexdayê, di mijara vekişîna gerîlayên PKKê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve a Iraqê de hatiye ragihandin de, bi zimanekî zelal tê îfadekirin ku, hikumeta Iraqê li welatê xwe PKKê naxwaze.
Daxuyaniya Hikumeta Navendî a Iraqê wiha ye: “Hikumeta Iraqê, hewldanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê a bi rêya siyaset û aştiyê teqdîr dike. Ligel vê, li ser esasê ku Iraq, têkilî karên navxweyî yên dewletên din nabe, ji bo serweriya Iraqê, îstikrar û ewlehiya xelkê Iraqê, hikumeta Iraqê naxwaze ku gerîlayên PKKê derbasa xaka Iraqê bibin û vê qebûl nake.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî jî berê îfade kiribû ku, ew pêvajoyê erênî pêşwazî dikin û ji bo ku pêvajo bi awakî erênî bigihêjî encamê, ku çi ji destê wan bê wê bicih bînin.
AVESTA KURD