Li welatê Amerîkaya Başûr li Kolombiya bûyereke ecêb pêk hat. Polîsê Kolombiyayê, bi salan e ku li her derê li serkêşê rêxistina sûcê Los Topozê Giovannî Rebolledo digere ku bigre lê heta niha polîs biserneketibû. Çimkî Rebolledo, bona ku neyê naskirin û girtin, him nasnameya xwe guherandie û him jî bi gellek operasyonên estetîk xwe kiriye jin. Rebelledo, çend rojan berê wek jinekê hate girtin.
Los Topos, li Amerîkaya Başûr rêxistina tiryakê a herî bi talûke ye.
Serkêşê Los Topos Giovannî Rebolledo, di sala 2012 an de ji aliyê dadgehê ve, bi sûcên wek mirov revandin, kuştin, şêlandin û tiryakê 60 sal ceza xwaribû. Piştî ku ceza xwar, ku berê jî polîs li her derê li wî digeriya, Rebolledo jiyana xwe guhertiye û li bajaroka ber behrê a bi navê Barranquilla bicih bûye. Rebolledo bona ku neyê girtin û şopa xwe zelal bike, navê Rosalinda li xwe kiriye û bi emeliyatan ji xwe re memikên silîkon çêkirine û xwe kiriye jin.
Rebolledo, di serdegirtina polîsan a barekê de di nav jinên ku bedena xwe difroşin de hatiye girtin. Piştî lêpirsînê nasnameya wî a rastîn derketiye holê ku ew serkêşê Los Topozê ye.
AVESTA KURD