Serrûpel Nûçe Arinç vekişîna PKK nirxand:“Bila bicehnimin“

Arinç vekişîna PKK nirxand:“Bila bicehnimin“

Belav bike

Di demeke ku gerîlayên PKKê dest bi vekişîna dersînorê Tirkiyê kiriye de, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulend Arinç, ji bo gerîlayên PKK gotinên ecêb kirin.
Arinç, li Zanîngeha Koç bi xwendekaran re hate ba hev û di derbarê pêvajoyê de gotin kirin. Di beşeke axaftina xwe de Arinç îfadeyên tije heqaret ji bo gerîlayên PKKê bikaranîn.
Arinç wiha gotiye: “…pêwiste em bi vekişîna PKKê kêfxweş bin. Em tiştekî xirab nakin, dîsa hêzên me yên ewlekariyê wê li ser karê xwe ne. Ger ku dîsa PKK çalakiyê pêk bîne, hêzên me pêşiyê wê bixwazin çalakiyê asteng bikin û dûra jî wê hesabê wê ji wan bipirsin. Em nikarin xwe biqehrînin û bibêjin ‘hûn çima çalakiyan nakin?’ Îmkana me a ku em ê ji wan re bibêjin, ‘ma hûn çima diçin, me dike hîn zebeş parçe bikira?’ jî tine ye. Bila bicehnimin (bil biçine binî cehenemê). Pêwiste em bi çûyina wan kêfxweş bibin…”

AVESTA KURD