Di bernameya ku Dîdem Arslanê pêşkêş dikir a televizyona Haberturkê de, nivîskar û akademisyen Mumtazer Turkone bû mêvan. Turkone bi zimanekî tund nijadperestên Tirk, yên ku li dijî pêvajoya çareseriyê derdikevin rexne kir û gotinên balkêş kirin.
Turkone anî ziman ku, ger rojekê Kurdistan ava bibe, nijadperestên Tirk yên bibine sebeb. Nêrînên Turkone wiha bûn: “MHP risteke mirovê nebaş girtiye ser xwe û vê bicih tîne. Fikra min ev e ku MHPê di vê pêvajoyê de ezmûneke baş neda. Neteweperestiya Tirk, li şûna pêşeroja yekitiya gel avakirinê, di vê pêvêjoyê de risteke dabeşkar dilîze. Îro pêwistbû Kurd bêne qaîlkirin û di nav yekitiyê de cihê xwe bigirtana lê berevajî vê tê kirin û tenê netewepestên Tirk yên ku îtiraza pêvajoyê dikin hene. Ez vê neteweperestiyê dabeşkar dibînim.”
Di bernameyê de Turkone bersiv da mêvanên ku pêvajoyê wek pêvajoya dabeşkirina Tirkiyê dibînin û got, “ka bibêjin çi projeya MHPê a ku Kurd xwe tê de bibînin û xwe wek hemwelatiyên Tirkiyê yê bi rûmet û wekhev bibînin heye? Hûn vê nikarin bibêjin, çimkî projeyeke wiha wê dawiyê li nijadperestan bîne. Ne federasyon, dewleteke Kurd dîsa dikare ava bibe. Sebebê vê jî wê nijadperestên Tirk bin. PKKê çek berdane hîn jî îtiraz dikin, gelo hûn ji çi re îtiraz dikin?.”
AVESTA KURD