Serrûpel Nûçe Dîktatorê berê 80 sal cezayê komkujiyê xwar

Dîktatorê berê 80 sal cezayê komkujiyê xwar

Belav bike

Li Guetamala, dîktatorê ku bi derbeyeke leşkerî rêvebiriya welêt girte destê xwe û di nav salên 1982 û 1983 an de welat îdare kir, Jose Efrain Rios Montt, bi sûcê li dijî xelkê Maya komkujî pêk aniye, 80 sal ceza xwar.
Serokdewletê Guetamala yê berê Rios Montt,  di heyama dîktatoriya xwe de, zêdetirî hezar û 700 xelkê Maya qetl kir û bi deh hezaran kes jî sirguna derên din kirin. Dîsa di heyama wî de bûyerên tacîz û tecawuzê jî zêdetir pêk hatin. 
Dîktatorê 86 salî yê berê Rios Montt, li welatê xwe bi sûcên komkujî û tacîz û tecawuzê dihate darizandin. Dadgeha herêmî doz bi dawî kir û bi ev biryara dadgehê, li Guetamala cara yekê ye ku serokdewletek bi sûcê komkujî pêk anînê ceza xwariye.
Piştî biryara dadgehê, li salona ku doz dihate dîtin, xizmên qurbaniyan xweşhaliyên xwe nîşan dan.
Serokdewletê berê yê Guetamala Rios Montt, îdiayên di derheqê wî de qebûl nekirin û doz wek “şoweke siyasî” hesiband û diyar kir ku ew ê dozê li dadgeheke bilindtir temyîz bike. 

AVESTA KURD