Parlementerê Mêrdînê û Hevserokê KCDê (Kongreya Civaka Demokratîk) Ahmed Turk, bi minasebeta salvegera 76. a komkujiya Dêrsimê, li Dêrsimê bû û beşdarî merasîma bibîranînê bû. Turk li cihê bibîranînê axaftinek kir û helwesta xelkê Dêrsimê a ku her tim dengê xwe didine CHPê rexne kir. Turk wiha axivî: “Xelkê Dêrsimê helbet baş dizane êşên ku kişandine. Bawer bikin ku, kengê navê Dêrsimê derbas dibe, dilê me tije êş dibe û qetlîam têne ber çavên me. Helbet hemû gelê Kurd êşên mezin jiyan. Li vî welatî kesên bawermend, mezlum ji ber nasnameyên xwe êş kişandin… Helbet hesabê êş û qetlîamên ku pêk hatine wê were pirsîn. Loma jî em dibêjin heta ku em bi paşeroja xwe re hesêb nebînin û hesabên ew qetlîamana nepirsin aştiyeke rastîn çênabe. Ku hûn aştiyeke rastîn dixwazin, pêwiste hûn hesabê qetlîamên ku we kirine bidin. Em îro dizanin ku, li Dêrsimê Kemalîstan qetlîam pêk anîn û bi piştgirî dayîna Kemalîstan em nikarin biserkevin, pêwiste em vê baş bizanibin. Bi rastî jî, ji bo Dêrsimê ev dîrokeke tişe êş e û rastiyek e. Ez dibêjim, ku îro em li kêleka kesên ku em qetil kirin disekinin û di nav siyaseta wan de cih digrin, ev şerm ji bo me bes e, ev şerm bes î Dêrsimiyan e. Qusura min nenêrin, ji ber ku hundirê min dişewite ez van tiştana dibêjim û ji bo siyasetê van gotinana nakim…”
Dêrsimê 2 parlementer şandine parlemena Tirkiyê û her du parlementer jî ji CHPê hatine hilbijartin (Kamer Genç û Huseyîn Aygun).
Merasîma bibîranînê a Qetlîama Dêrsimê, li cihê ku di sala 1937 an de qetlîamê destpêkir, li Newala Pulumur li cihê Pira Pax pêk hat.
Ligel Ahmet Turk, Hevseroka KCDê Aysek Tugluk, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn û zêdetirî 700 kes tevlî merasîmê bû.
Di Qetlîama Dêrsimê a ku di 4ê Gulana 1937 an de destpêkir û heta sala 1938 an dewam kir de, di navbera 70 hezar û 90 hezar kesên jin, zarok, extiyar, ciwan û mêr hatine qetilkirin.
Di 15ê Mijdara 1938 an de Şeyîd Riza hate dardakirin. Seyît Riza dema ku ber bi sêdarê ve çû, ev gotina dîrokî qîriya rûyê celadên xwe: “Ji min re bû derd ku, min nikaribû li hemberî dek û dolab û derewên we biserkevim, lê bila ji we re jî derd be ku, min ti cara li hemberî we bejna xwe netewand.”
AVESTA KURD