Serrûpel Nûçe Çavên me ronî! Sela me bi Kurdî wê bê xwendin

Çavên me ronî! Sela me bi Kurdî wê bê xwendin

Belav bike

Li mizgeftan, piştî serbestkirina waz û xutbeyên bi Kurdî, êdî Kurd bi selaya Kurdî wê karibin di derheqê miriyên xwe de bi zimanê xwe agahiyan bidine dost û xizmên xwe.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag, bersiv da pêşniyara nivîskî a Parlementerê Amedê yê BDPê Altan Tan. Bozdag di daxuyaniya xwe de îfade kiriye ku, êdî li mizgeftan, Kurd wê karibin dema ku sela tê dayîn, bi Kurdî di derheqê miriyên xwe de agahiyan bidin.
Bozdag wiha têde diçe: “Ji xwe li her mizgefta li Tirkiyê ezan, xutbe û sela bi Erebî tê xwendin. Ancax di beşa selayê a dawiyê de, ku navê mirî derbas dibe, li gorî herêmên ku zimanê wan tê bikaranîn, dikarin wê beşê bi zimanê xwe bixwînin.”
Bi vê derkete holê ku, heta roja îro, Kurda nikaribûne selaya miriyên xwe jî bizimanê xwe bixwînin.
Çavên me Kurda ronî, êdî Kurd wê karibin bang li dost û xizmên xwe bikin û bi Kurdî bibêjin, ” filankes çûye ser rehma Xwedê…”

AVESTA KURD