Îro (13.05.2013) seet di 14.15 an de, li herêma Amanosan a bajarê Osmaniyê, balefireke artêşa Tirkiyê a modela F-16 ketiye.
Balefira ku ketiye, aîda Fermandariya Bargeha Jet a Giştî bûye.
Hîn ku balefir neketiye, pîlotê balefirê peyama “ez xwe ji balefirê diavêjim” şandiye. Sedema ketina balefira F-16 heta niha nehatiye eşkerekirin.
Piştî bûyerê tîmên rizgariyê ber bi cihê bûyerê ve ketine rê.
AVESTA KURD