Dîmeneke ku li ser înternetê tê weşandin, wehşeta şerê navxweyî yê li Suriyê, bê şîrove radixîne ber çavan.
Serhildêrekî ku li dijî rejîma Esed şer dike, ku derketiye holê ew kesa damezrînerê Tugaya Faruk e û navê wî jî Ebu Sakkar e, li pêşberî kamerayê, dilê leşkerekî rejîma Esed yê ku miriye ji bedena wî derdixe û gezê dike.
Mirovê di vîdyoyê de pêşiyê wiha dibêje: “Bila Xwedê şahîdê min be ku, em ê dil û kezebên we bixwin, ey leşkerên Esedê kûçik.”
Dûra mirov vedigere kesê ku dîmenê qeyd dike û diqîre: “Allahu ekber.”
Serhildêrê ku tesbît bûye Ebu Sakkar e, dilê leşkerê mirî yê li ber lingê xwe ji cesedê wî derdixîne û gezê dike.
AVESTA KURD