Serrûpel Nûçe Posterê Ocalan û Ataturk li kêleka hev daliqandin

Posterê Ocalan û Ataturk li kêleka hev daliqandin

Belav bike

Li navçeya Rihayê li Sêwerekê, ji aliyê BDPê ve panela bi navê “Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad” hate lidarxistin. Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, Parlementerê Stenbolê yê BDPê Sirri Sureyya Onder, Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata û Parlementerê Rihayê Îbrahîm Bînîcî beşdarî panelê bûn.
Li salona ku panel hate lidarxistin, posterê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û damezrînerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk  li ser heman dîwarî li kêleka hev hatibûn daliqandin. Salon bi rengên kesk û sor û zer hatibû xemilandin û dîsa ligel ala Tirkiyê li ser heman dîwarî ala PKKê jî hatibû daliqandin.
Ev cara yekê ye ku li ser heman dîwarî posterê Ocalan û Ataturk, ala Tirkiyê û PKK li kêleka hev tê daliqandin.
Nêzika 2 hezar kes beşdarî panelê bûn û parlementerên BDPê bi sloganên ku ji bo Ocalan hatine avêtin ketine salonê.

AVESTA KURD