Serrûpel Nûçe Li Hatayê depoyê mazotê teqiya 10 mirî

Li Hatayê depoyê mazotê teqiya 10 mirî

Belav bike

Li gundê bi navê Tanişma yê girêdayî bajarê Hatayê, di depoyê mazotê de, ku depo qaçax bûye, teqîn pêk hat. Di bûyerê de 10 hemwelatiya jiyana xwe wenda kirine û jê 5 leşker 9 kes jî brîndar bûne.
Tê îdiakirin ku, tîmên cendermeyan xwestine bavêjine ser mala ku depoyê mazotê yê qaçax lê heye û ji ber vê qaçaxçiyên agir bera malê dane. Agir bi depoyê mazotê ketiye û teqîneke pirr mezin qewimiye.
Waliyê Hatayê Mehmet Celaleddîn lekesiz jî ragihandiye ku 10 kes mirine û gellek jî brîndar hene.

AVESTA KURD