Serrûpel Nûçe Wê kî bibe serokê Partiyê?

Wê kî bibe serokê Partiyê?

Belav bike

Patiya Demokrata Kurd li Sûriyê (AL PARTÎ), her du partiyên AZADÎ û partiya YEKÎTÎ, wê bibin partiyek û di demeke nêzîk de wê ew partiya nû were ragihandin.

Li gora agahiyên malpera AVESTA KURD, çav hemû diçin ser siyasetvan Kamîran Haco ku seroktiya vê partiya nû bike.

Her wiha navê Dr. Abdulbasit Seyda jî ji bo seroktiya partiya nû derbas dibe.

Di derbarê vê yekê de, Kamîran Haco ji malpera AVESTA re diyar kir ku tiştekî wiha tune ye, ji wî nehatiye xwestin ku ew seroktiya partiya nû bike, ji ber ku hîn gotûbêj negihiştine wê pêvajoyê ku “Ka kî wê bibe serokê partiyê” were rojevê.

Haco got, ji “wê kî bibe serok” zêdetir, serkeftina wê projeyê girîng e.

AVESTA KURD