Di vîdyoyeke nû de ku duh belav bûye, Ebû Segar behsa bûyera kuştin û derxistina dil û cegera leşkerekî rejîmê kir.
Ebû Segar yê ku navê wî yê rast Xalid El-Hemed e, di vîdyoyê de wiha dibêje: “Ez ji bo lêpirsînê amade me, bi mercê ku Beşar û şebîheyên wî li hember tawanên li dijî zarok û jinan pêk anîne, werin dadgehkirin.”
Navhatî bang li cîhanê kir ku eger xwînrijandina li Sûriyê neyê ranewestandin, wê gelê Sûriyê hemû bibe Ebû Segar.
Derbarê bûyerê de, Ebû Segar wiha got: “Di vîdyoyên leşkerên rejîmê de, dîmenên kuştina zarokan, destdirêjiya li ser jinan, qutkirina destê mirovan, şewitandin û gurandina wan hene.”
Ebû Segar diyar kir ku her welatiyekî Sûriyê eger dîmenên wiha bibîne, kes nizane wê çi bi serê wî were.
Di dawiya axaftina xwe de jî Ebû Segar tekez kir ku ew ê di şer de berdewam be, heta ku serkeve yan jî şehîd bibe. Hewlêr (Rûdaw/Ajans)