Serrûpel Nûçe 214 endamên PKK tevlî YNK bûn

214 endamên PKK tevlî YNK bûn

Belav bike

Li gor nûçeyekî “Ensat Merkezî” ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku roja 17/5/2013`an belavkiriye ku 214 kes li parçeyên din yên Kurdistanê ku pêştir li nav rêzên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê de bûn biryara xwe dane ku biçin nava rêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û di çarçoveya wê partiyê de xebata xwe berdewam bikin.

Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku berpirsê desteya kargîrî ya mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mele Bextiyar di rêûresmekê de ku ji bo pêşwazîkirina wan kesan hatibû rêxistin kirin ragihandiye û gotiye: “Em dîroka xebata we bilind dinirxînin û rêzê lê digrin, ji berku we li nav Partiya Karkerên Kurdistanê kar kiriye. Em dilxweşin bi ew ezmûna we ya borî hûn birjînin nava robarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ji ber ku YNK`ê mala mezine û hewl bo hemû aliyekî dide, li vir hûnê bîr û ramanên xwe bi azadî bidin nîşandan.” (rojevakurd)