Serrûpel Nûçe “Heqê me heye em her kesekî bigirin”

“Heqê me heye em her kesekî bigirin”

Belav bike

Beriya niha partiya demokrat a kurdî li Sûriyê (El Partî) ji Rûdawê re ragihandibû, hêzên asayişa PYDê 74 endamên wan girtine.

Derheqê vê yekê endamê rêveberiya encumena gel a rojava ya girêdayî PYDê Îsa Heso ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku hêzên asayişa PYDê 74 kes negirtine ji ber ku kesên ku hatine girtin kêm in.

Heso ragihand ku niha lêpirsîn bi wan kesîn girtî re tê kirin û eger sûcekî wan tune be dê bên berdan. Wî endamê encumena gel a rojava her wiha destnîşan kir, nabe jibilî yekîneyên parastina gel (YPG) tu hêzek çekdar li rojavayê Kurdistanê hebe û wiha anî ziman: “Ji ber wê jî hinek kesên mîna Welat Murad û Mesûd ku dixwestin hêzên çekdarî (ketîbe) ava bikin hatin girtin. Wan sûc kirine û dê bên cezakirin.”

Îsa Heso banga yekitiyê li kurdên rojava kir û ji wan xwest, li bin siya YPGê de kom bibin da ku bikarin welatê xwe li hember “komên çete” û rêjîma Sûriyê biparêzin.  

Nûnerê PYDê yê Herêma Kurdistanê Ceifer Henan jî derbarê binçavkirina endamên El-Partî de ji Rûdawê re wiha gotibû: “Asayîş berpirsê girtina wan kesan e. Mafê asayîşê heye ku her kesî bigre. Li gorî di ragihandinê de tê gotin, ne wisa ye.”

Cafer Henan destnîşan kir ku piştî lêpirsîna ligel wan qediya wê bên berdan û wiha got: “Îro yan sibe tên berdan.”

Endamê polîtboruya El-Partî Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re got: ” Hejmara kesên ji aliyê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine girtin 74 kes in. Ji wan 47 kes ji Kobanê, 24 ji Efrînê û 3 kes jî ji Girkê Legê ne.” (Rûdaw)