Serrûpel Nûçe Ji Malîkî banga nimêja bi hev re

Ji Malîkî banga nimêja bi hev re

Belav bike

Malîkî di daxuyaniyeka nivîskî de got: ’’Li Iraqê kesên ku êrîşan dibin ser kesên ku di mizgeftan de nimêj dikin hem dijminê Şîeyan û hem jî dijminê Sûneyan e’’ û wiha pê de çû:


‘’Ev fitneyeke kevn e ku dixwazin ji nû ve vejînin. Ji bo rê li ber vê fitnê bê girtin divê bi hev re nimêj bê kirin. Ji nimêja bi hev re mebesta me ew e ku li Bexdayê li mizgefteke mezin, Misilmanên Şîe û yên Sûnî bi hev re û di mizgeftekî de ji bo nimêjê destan vebestin û her înî ev nimêjên bi hev re bên dubare kirin.

Herwiha Malîkî di daxuyaniya xwe de dibêje ku ji bo zêdekirina bergiriyên ewlehiyê telîmat daye karmendên ewlehiyê. (AA)