Serrûpel Nûçe Skandal bi zayîna zarokê zencî derkete holê

Skandal bi zayîna zarokê zencî derkete holê

Belav bike

Li Tirkiyê bûk û zava yên ku ji malbatên naskirî û dewlemend in, sala borî li Qesra Çiraganê bi daweteke bimirês zewicîn. Piştî salekê zarokekî wan hate dinyayê lê zarok ne wek dayik û bavê spî, zarok reşik (zencî) bû. Skandal jî bi zayîna zarokê reşik derkete holê.
Bûk û zava, rojek berê şeva zewacê biryar girtine ku “partiya ji azibiyê xatirxwestinê” lidarbixin. Zava li derekê bi hevalên xwe re, bûk jî li dereke din bi hevalên xwe re partiyê organîze dikin.
Bûk, di şeva partiya ji azibiyê xatirxwestinê de zêde alkolê vedixwe û gellekî serxweş dibe. Bûk tiştên ku wê şevê diqewimin jibîr dike û heta ku zarokê wê yê reşik hate dinyayê. Bi zayîna zarokê reşik tê sehkirin ku di şeva partiya ji azibiyê xatirxwestinê de bûk bi reqskerêkî reşik re ketiye têkiliya cînsî û ji wî zilamî ducanî maye. 
  

AVESTA KURD