Serrûpel Nûçe W, X, Q ji Kurdan re qedexe ne lê ji dewletê re...

W, X, Q ji Kurdan re qedexe ne lê ji dewletê re serbest e

Belav bike

Saziya fermî a ku wek Ombudsman (navbeynkar) bi zagonê hatiye sazkirin a bi navê Saziya Venêrî a Gelemper (KDK), di malpera xwe de bi Kurdî bang li gel kir ku gilî û gazincên xwe ji saziyê re ragihînin.
Saziyê tîpên wek X,W,Q yên ku bikaranîna wan bi hinceta, “di elifbaya me de tine ne” dewletê qedexe kirine bikaranîn. Heta niha di derheqê gellek şaredariyên BDP’yî de bona ku tîpên X,W,Q bikaranîne bi dehan doz hatine vekirin. Ji ber ku di navên li park, kolan û navendên çand û hunerê kirine de tîpên X,W,Q hene, ji bo wan doz hatine vekirin û bi zorê gellek nav hatine guherandin.
Dîsa Kurd, ji ber qedexekirina tîpên X,W,Q nikarin navên Kurdî li zarokên xwe bikin û pirr caran bi salan bê nasname dimînin.
Herî dawî di çapemeniyê de cih girt ku, neviyê Apê Musa, çima ku navê xwe “Asîwa” ye ev 4 sal in ku bê nasname ye.
Saziya Ombudsman ligel Kurdî, di malpera xwe de banga xwe bi Tirkî, Erebî û Îngilizî jî kir.
Saziyê banga bi Kurdî wiha nivîsiye: “Dewleta me bi xwe bawer e û ji bo venêrîna gel amade ye… Ji bo xizmeta gelemperî ya bi standardên ewrupayê.”

AVESTA KURD