Belê bersîva wan jî dereng nema û ji min dixwazin ku ez bi çend gotaran ve huner û zanîna xwe ji wan re bidim xuyanê. Lewra waye min jî destpêkir û dixwazim li ser bazara kitêban ya bajarê Dîyarbekirê binivîsim.
Di roja 14. 05.2013 de bi ser şîarê ‘rêwîtî li ser erdê qedîm yê edebîyatê’ çaremîn bazara kitêban ya bajarê Dîyarbekir destpêkirye. Îsal sedûpênce weşanxane bi kitêbên xwe yên pir zimanî li wê bazarê de beşdar bûne. Qasî sêsed nivîskar di bazara hanê de helbest, kurteçîrok,
roman û ji berhemên xwe yên din hinekî rûpel ji beşdaran re xwendine. Ji bona vê yekê pêncî çalakî hatibûn bicîhanînê. Yek jî helbestên Ahmed Arîf’ê wekî şano bi ser navê ‘ ji hesreta te min zencîr çirandin’ di salona beledîyê de belaş dane xelkê temaşekirinê. Xên ji van çalakîyan, yek jî bi ser navê ‘ pêşengeha xeyalan ya binê Sûrê ‘ fotoxrafên helbestvan û wenekêş Mehmet Ozer ê raya beşdarên bazara kitêban dane. Ev pêşengeha fotoxrafan kurteçîroka bajarê Dîyarbekirê anîye ber çavên xelkê û wan di derheqa rabirdû û pêşerojê bajêr de agehdar kirîye.Yek jî di bazara kitêban de kovarekî bi ser navê ‘ dengê zarokan’ hatîye belav kirinê.
Helbet di destpêka bazarê kitêban de berpirsyarên bajarê û yên TUYAP’ê jî li ser karekî weha pîroz çend gotinên xwe pêşkêşê beşdaran kirine û em bêjin ji ber keda wan jî bila mala wan canik û camêran ava. Berpirsyarê bazarê kitêban ya bajarê Dîyarbekirê gotîye ku; îsal ji ber sedema rewşa aramî û aşitîyê ji sedî sî % 30 beşdarên bazara kitêban zêde bûne.
Îcar em ev gotinên jorîn li vir bihêlin û binhêrin ka rewşa naveroka bazara kitêban ya bajarê
nav û deng ya delalê ber dilê hemû kurdan, Dîyarbekirê, an jî bi navê wê yê rasteqîn Amed’ê.
xên ji nûçeya ku di derheqa Prof. Dr. Celîlê Celîl li ser qedr û qîmeta zargotina kurdî, ango li
ser berhemên devkî, sitran, heyranok, çîrok, mesele û metelokên me û bi vê yekê ve girêdayî
rola dengbêjan û tomarkirina van hunera devkî me tiştekî nebihîst..
Pêwîst bû ku rojname û kovarên me kurdan bi hesasîyetekî gewre va li ser vê çalakîya edebî
xelk agehdar û wan teşwîqê kirîna kitêban bikirana. Gelo xelkê me çira ewqas xwe ji xwendina kitêban dûr digre? Ji ber ku hêza wan tune kitêban bikirin û bixînin, an jî ji zimanê xwe hez nakin û bûne maşiqê zimanê xelkê?
Hêvîdarim wê di nava refên bazara kitêbên bajêra Amedê de bi sed hezaran pirtûk hatibin kirîn û xwendinê. Bi kurtî bêjim; gelên ku xwe û zimanê xwe ji yên xelkên din nizmtir bibînin, duweroja wan nîne. Çawa ku dibêjin; ne dayika xelkê dibe dayika mirovan û ne jî ziman û welat. Pêwîste ku em kurd berê hertiştê qedra ziman û welatê xwe bizanibin. Dîsan em bêjin çalakîya weha pêwîst û pîroz bi ser xêrê derbaz bûbe.
Suphî Aydin