Serrûpel Nûçe “Xebata Barzaniyan ji bo hemû Kurdistanê bû“

“Xebata Barzaniyan ji bo hemû Kurdistanê bû“

Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê nav û xebata Barzan de got: “Ev sed sal in Barzan weke nav ji aliyê hezarên dayik û bavên kurd ve li zarokan tê kirin. Barzan ji bo hemû Kurdistanê zehmetî kişandiye, qurbanî daye û xebatkiriye.”

Di derbarê çanda Barzan de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha got: “Rêberên Barzan xudan bîr û baweriyên yeksanîxwazbûn. Ne xudan serwet û saman bûn, jîngeh û giyan diparastin.”

Mele Mistefa Barzanî qet li wê yekê ne digeriya ku şoreşa Îlûnê, şoreşeke navçeyî be
Nêçîrvan Barzanî di derbarê jin û mafên jinê li Barzan de daxuyand: “Cihê şanaziyê ye li Barzan, rê li pêş keç û kuran nehatiye girtin.”

Di derbarê firehiya xebata Barzaniyan li Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha pêdeçû: “Parçeyeke Kurdistanê nîne ku Barzaniyan xebat tê de ne kiribe û yek aliyê jiyanê jî nîne ku Barzaniyan xebat tê de ne kiribe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Mele Mistefa Barzanî qet li wê yekê ne digeriya ku şoreşa Îlûnê, şoreşeke navçeyî be, na belê ew kiribû şoreşeke seranserî Kurdistana Iraqê.”

Nêçîrvan Barzanî daxuyand: “Barzan ne bi hêza çekan bi hêz bûye, pirraniya caran hêza çekdarî ya Barzan tune bû. Ew yeka ku Barzan bihêz kiriye, baweriya gotinê û hezkirina xelkê ji Barzan û şêxên Barzan re bû.”

Li kampa Zêwe, mal û zarokên Barzaniyan bûne armanca firokeyên rejîma Sedam
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Her ji destpêkê ve Barzan ji bo eşîretekê kar ne kiriye, ji ber ku pêkhateya Barzan ji destpêka pêkhatina xwe ve ji eşîretekê pirrtir û mezintir bû. Ew pêkhatibû ji eşîretên; Şêrwanî, Dolemerî, Mizûrî, Berojî, Nizarî, Gerdî û Herkî binecî.”

Di derbarê qurbaniyên Barzan de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvna Barzanî wiha got: “Çendîn kes ji binemalên Şêxên Barzan hatine windakirin, beşek ji wan bi awayekî sîstematîk hatin Enfalkirin, weke Anfala 1983an a ku 8 hezar Barzanî bi hev re hatine Enfalkirin.

Li kampa Zêwe, mal û zarokên Barzaniyan bûne armanca firokeyên rejîma Sedam, lê weke nimûneyek û beşek ji berxwedana gelê kurd, ew bihêztir bûn.”