Serrûpel Nûçe “PYD peymana Hewlêrê têk dibe“

“PYD peymana Hewlêrê têk dibe“

Belav bike


Desthilatdariya Kurdistana Başûr heta demjimêrekî man hêviyê ku PYD girtiyan berdê. Lê mixabin heta demjimêr 19.00ê nehatin berdan. Li Ser vê yekê desthilatdariya Kurdistanê sinorê Kurdistanê girt. Demjimêr ji 19.00ê pêde çûyîn hatina Kurdistana Başûr û Rojava hate sekinandin.

Ev gava gava yekem bû ji aliyê desthilatdariya Kurdistanê ve hate avêtin. Eger helwesta PYDê berdewambe , dê hinek tedbîrên din jî bêne standin.

Di vê derbarê de Endamê Mekteba Siyasî ya El Partî Siûd Melleji Rojevakurd re got:Ev helwesta PYDê ne li gora peymana Hewlêrêye û ev yek dikare bibe sedema têkçûna peymana Hewlêr.

Biryarên ku li ser navê Desteya Bilind têne ragihandin ne rastin.Ji ber ku civînên Desteya Bilind rawestane. Ez bi xwe endamê Desteya Bilindim lê tevlî tu civîna nebûme. Ji ber vê yekê jî tu biryar nehatine standin.

Her demî herêmên Kurdan dikare bibe armanca êrîşên mezin. Dema PYD xwedî van helwestan be, emê çewe bikaribin destê xwe bidin PYDê û hevra kar bikin. Eger hevalên me nevin berdan emê jî hinek gavan bavêjin. (Rojevakurd)