Serrûpel Nûçe “Em dixwazin Amerîka piştevaniya çareseriyê bike”

“Em dixwazin Amerîka piştevaniya çareseriyê bike”

Belav bike

 


Hevserokê KCD-ê Ahmet Tûrk û parlamenterê PAP yê Wanê Nazmî Gûr ku ji bo hinek hevdîtinan pêk bînin hatibûn DYE-ê dest bi têkiliyên xwe yên li Washîngtonê kirin.

Hevserokê KCD-ê berî ku tevlî civîna gel ya li Waşhingtonê ya ji hêla civaka Kurd ve li otelekê hat sazkirin de bibe bi nûnerên çapemeniya Tirk ya li Waşingtonê hate cem hev û sohbeteke dirêj bi rojnamevanan re pêk anî.

Tûrk got ku şandeyê roja ewil ya serdanê bi cîgirê Wezareta Derva yê ji karên Ewrope û Asyayê berpirsiyar Eric S. Rubîn, rayedarên maseya Tirkiyeyê yê Wezareta Derva yê DYA û rayedarên Koşka Sipî re hatine cem hev û anî zimên ku rayedarên Amerîkî pêvajoya çareseriyê destek dikin û girîngiyê didinê.

Tûrk anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê de baweriya wan bi hêza gel bixwe heye û got ku: Daxwaza wan ya demokrasiyê ne tenê ji bo Kurdan e, ew ji civakê hemûyê re dixawzin. Siyasetmedarê ezmûndar got ku li Rojhilata Navîn ti hesabên ku Kurdan daneynin li ber çavê xwe nameşe û Serokwezîr Erdogan jî eva hanê baş dîtiye û holê axivî: “Eger pirgirêka Kurd were çareserkirin ne tenê Kurd, dê Tirkiye jî heceldar derkeve. Tirkiyeya ku Kurdê xwe hembêz kirî û bi serketî wê piştevaniya Kurdên li perçeyên dî jî bi dest bixe, wê li Rojhilata Navîn bibe aktorekî ku roleke hîn aktîf dileyîze.

Tûrk bal kişand ser wê çendê ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de ew naxwazin ji derva mudaxele were kirin, çareserî di hundir de ye. Tûrk holê got: “Daxwaza me ewe ku DYA-ê piştevaniyê bide pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê, lewra çareseriya pirsgirêkê wê demokrasyê bîne herêmê hemûyê.” û holê berdewam kir wî nêrînên xwe yên derbarê vê çendê de bi saziyên cur be cur yên ramanê re û bi endamên kongreyê re jî parve kirine.

Paşê jî Tûrk û Gûr bi endamên civaka Kurd re hatine ba hev û derbarê geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê agahî dan û bersiva pirsên wan dan. 

Şande wê roja Sêşemê hevdîtinên xwe yên digel Projeya Demokrasiyê ya Rojhilata Navîn (POMED) û Navenda Pêşveçûna Amrîkayê (CAP) bidomîne û wê tevlî taştêya ku ji hêla Namik Tan ê Balyozê Tirkiyeyê yê Washingtonê ve were dayîn bibe.
(İlkehaber)

Mutlu Çiviroğlu / Washington