Waliyê OHALê (Waliyê Herêma Rewşa Awarte) Hayrî Kozakçioglu li Stenbolê di mala xwe de mirî hatiye dîtin. Li cem Kozakçioglu çek hebûye û tê bilêvkirin, dibe ku Kozakçiogluyê 75 salî xwe kuşti be. Çimkî dihat îdiakirin ku walî Hayrî Kozakçioglu 2 mîlyar lire ji pereyên Walîtiya OHALê derbasa hesabên xwe kiriye.
Kozakçioglu di navbera salên 1987 û 1991 an de li Amedê Walîtiya Herêma Rewşa Awarte kiribû.
Rojnameya Radikal di nûçeya xwe de xwe sparte polîsan û îdia kir ku Kozakçioglu xwe kuştiye.
Hayrî Kozakçioglu 2 cara li ser hev parlementerî jî kiribû. Kozakçioglu bavê 3 zarokan bû.
AVESTA KURD