Beşek ji nivîsa Hesen Cemal a ligel endamên konseya rêveber a KCKê ku di malpera T24 de hatiye belavkirin bi vî awayî ye.
Mûrad Karayilan: “Em êdî naxwazin dayîkên kurd û tirk bigirîn. Em ji bo bîranîna kesên ji herdu aliyan jiyana xwe ji dest dane, aştî û biratiyê bênin. Ev rastiyeke, leşkerên tên hemberî me ne dijminê me ne. Dijmin, saziya ku siyaseta înkarkirina kurdan berfirehkiriye. Ger înkar biqede, wê bingehê dijmintiyê jî biqede.
Ji bo ji niha û pêde dayîk êşê nekişînin, em di nava hewldanan de ne
Trajediya ku çêbûyî, ji derveyî vîna me çêbûye. Ev çavkaniya xwe ji siyaseta berê ya înkarkirina kurdan digre. Peyama me ji bo dayîkên leşkerên kurê wan jiyana xwe ji dest dayî eve, ev şer ne tercîha me bû. Em êdî naxwazin ne dayîkên tirk û ne jî yên kurdan rondikan bibarînin û em naxwazin bigrîn. Kesên ji herdu aliyan jiyana xwe ji dest dane, ji bo bîranîna ciwanên me yên şehîd bûne, em dibêjin were em aştî û biratiyê çêkin. Heta niha tişta çêbûyî, çêbû. Êdî bila çênebe. Em dibêjin bila aştî û biratî çêbibe. Ji bo ji niha û pêde dayîk êşê nekişînin, em di nava hewldanan de ne.
Aştiya ku me li ser banga Rêber Apo kirî, wê yekê nîşan dide ku em di mijara aştiyê de ciddî û ji dil in. Ger aliyê beramber jî tişta pêwîst bike, êdî ji vir û şûnde ti dayîkek êşê nakişîne.
Vekişîn wê di nava yek an du mehan de biqede.
Biryara agirbest û pêkanîna wê, biryara vekişîn û pêkanîna wê, tiştên me kirine. Herdu jî bi hev re dimeşin. Ji 8ê gulanê ve 8 grûb hatine. Di van rojên dawiyê de ji ber barîna barana zêde, kêm tên. Wê meha pêşiya me lez bê dayîn. Demek diyarkirin ne raste. Lê vekişîn wê di nava yek an du mehan de biqede.
Hikûmet di demekî kurd de dikare hinek tiştan bike. Di nava van de, berdana KCKyiyan. Heta niha kêm kes hatine berdan. Herwiha li girtîgehê kesên nexweş hene. Dikarin wan berdin… Dikarin yasaya hilbijartinan biguherînin û benda hilbijartinê kêm bikin…
Îro pêvajoya aştiyê bi navendîtiya Rêber Apo tê birêvebirin. Ji bo vê yekê şandek ji Qendîlê, ji KCKê, ji BDPê, ji Mirovên Aqilmend, akademîsyen, rojnamevan û hunermendan jî bila ligel Rêber Apo bicivin.”
Diyariya herî ciwan a ji bo dayîkan çêbûna aştiyê ye
Ronahî Serhat: “Aştî wê bi hewldanên dayîkan bê. Tişta şer afirandî, zîhniyeta mêr e. Leşker jî zarokên kedkarên zilm dîtîne.
Dixwazî tirk an jî kurd, diyariya herî ciwan a ji bo dayîkan çêbûna aştiyê ye. Aştiya bingehîn bi hewldanên dayîkan tê.”
Cemîl Bayîk: “Em neçarî şer hatin hiştin. Kes naxwaze şer bike. Di şer de rewşên nedihatin xwestin jî çêbûn. Ger aştî çênebe, ne gengaze mirov bikare tam êşan parve bike. Di bingeh de dayîk dikarin aştiyê bênin. Divê ji bo vê yekê dayîkên tirkiyê jî ji bo aştiyê tekoşînê bikin.”
Divê kurd rêveberiya xwe bikin
Sabrî Ok: 23 salan li girtîgehê maye û wiha dibêje: “Pir zehmete mirov hestên dayîkan îfade bike. Bersiva herî baş, çêbûna aştiyekî bi rûmet û ciwan e.
Ger di destûra bingehîn de bêjin Tirkîtî, divê behsa kurdan jî bikin. Wê demê wê rastiya kurdan jî di destûrê de cih bigre.
Divê kurd xwe bi xwe rêveberiya xwe bikin. Çênabe bêjî, ezê te bi rêve bibim û di rêveberiya te de berdewam bim. Bila kurd xwe rêvebibin.
Sozdar Avesta: Bê şik, êşa herî mezin dixwazî kurd an jî tikr, dayîkan dîtiye. Di nava vê salê de dayîkên kurd li Şirnex, Colemêrg û Dersimê çadir vedan. Em bawer dikin wê hembêzkirina dayîkan ji bo welatiyên Tirkiye û Kurdistanê bibe despêka biharê. Rûdaw