Anket ji aliyê UKAM (Navenda Lêkolînên Çandî ya Navneteweyî) ve hatiye çêkirin.
Di encama anketa UKAM de ji her 100 kurdî 62 kurd dixwazin li tirkiyê bi tirkan re bibine wekhev. Însanên pirsên anketê bersivandine, di pêvajoyê de aktorê girîng Erdoðan nîþan dane. Sedî 73 diyar kirine ger Ocalan bixwaze PKK dê çekan berde. Însanên ku anket bi wan re hatiye kirin ji wan ji sedî 75 kurd, 12 tirk, 7 zaza û ji sedî 6 jî ereb bûne. Derketiye holê kesên anket bersivandine, partiyên CHP (Partiya Gel a Komarê) û MHP (Partiya Hereketa Nijadperest) li pêþberî pêjajoya helkirina pirsa kurd wana asteng dibînin. Li berevajî vê rewþê, ji sedî 85 milet helwesta BDP (Partiya Aþtî û demokrasiyê) di cih de dibîne û diecibîne. Anket riya me dide ku di helkirina pirsa kurd de pêngava herî watedar perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Di anketa UKAM de însanên anket bersivandine bi rêjeyeke zêde destnîþan kirine ger perwerdehiya bi zimanê kurdî bê kirin wê wextê pirsa kurd dê çareser bibe.
Reşê Şefîk