Serrûpel Nûçe 6.Şandeya BDP a ku wê biçe Îmraliyê diyar bû

6.Şandeya BDP a ku wê biçe Îmraliyê diyar bû

Belav bike

Hefteya pêş me şandeyeke nû ji BDPê wê biçe Grava Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Li gorî daxuyaniya ku Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş di Konferansa Demokrasî û Aştiyê de daye, di nav 6.şandeya BDPê de Hevseroka BDPê Gultan Kişanak jî heye. Şande ligel Kişanak, wê ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk were.
Demîrtaş îfade kir ku wana ji bo hevdîtina bi Ocaran re serî li Wezareta Dadê dane û her sê nav pêşkêşî wezaretiyê kirine.
Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, bi hinceta, “di nav kesên ku gerîla hembêz kirin de bû” ji aliyê hikumetê ve çûyina wê a Îmraliyê nedihate qebûl kirin.

AVESTA KURD