Serrûpel Nûçe Barzanî: Divê Ocalan azad be

Barzanî: Divê Ocalan azad be

Belav bike

Li paytexta Belçîka li Brukselê civîna 13.Destaya Giştî a Kongreya Netewî a Kurdistanê (KNK) tê lidarxistin. Li çar parçeyên Kurdistanê gellek nûnerên sazî û partiyan beşdarî civînê bûn.
Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesut Barzanî jî peyamek ji civîna KNKê re şand. Peyama Serok Barzanî ji aliyê nûnerê Barzanî Hêmîn Hewramî ve hate xwendin.
Barzanî di peyama xwe de diyar dike, ji bo ku pêvajoya aştiyê bi serkeftî bigihêje encamê, divê Ocalan azad be.
Barzanî di peyama xwe de wiha gotiye: “Pêwiste em ji bo ku pêvajoya hatiye destpêkirin bi serkeve bixebitin. Ez banga her du aliyan jî dikim ku, bila ji bo emcam girtin û serkevtina ev pêvajoya demdrêj hewl bidin. Çimkî aştî, diyalog û têkoşîneke bê şîdet, li ber Kurda yekane rêya heviyên xwe pêk anînê ye. Li Tirkiyê ji bo ku pêvajoya çareseriyê bi serkeve, divê birêz Abdullah Ocalan azad be û di makezagonê de guherîn pêk bê.”  
Serok Barzanî di peyama xwe de bang li hêzên Rojava jî kir û peyama Hewlêrê wek “qezenceke netewî” nirxand. Barzanî di vê mijarê de wiha gotiye: ” Ez dixwazim ku bila her kes li gorî peymana Hewlêrê tevbigere û hemû hêz bi bratî alîkariya hev bikin. Li hemberî hev rêbazên fişare û şîdetê bikar nînên. Hêvî û daxwaza dijminên Kurdan tam jî ev e ku, Kurd li dijî hev çekan bikarbînin e.”

AVESTA KURD