Serrûpel Nûçe Li Amedê 2 ton û li Batmanê 1234 tiryakî hate girtin

Li Amedê 2 ton û li Batmanê 1234 tiryakî hate girtin

Belav bike


 

Helîkoptêr û  wesaîtên bi zirx…hemû tevgerdarî ji bo bêtesîr kirina bazîrganên tîryakêne.

 

li 5 gundên girêdayî navçeyên Lice, Hazro û Kocaköya Amedê çandiniya kenewîrê û weşartîna wê hat tespît kirin.

 

Lî ser vê Cendirme li herêmê dest bi operasyonê kir .Bi azana sibê tîman dest bi kar kir. Polîsên taybet û gundparêzan jî piştgirî dan operasyonê.Erdên ku kenewir lê hatîbû çandin û depoyan derdor hat qontrol kirin

 

Waliyê amedê,encama operasyonê eşker kir. Bi tevahî li 5 malên cuda û li erdên nêzî wan malan di 321 xalên cuda de operasyon hat kirin. di lêgerînan de  tevahî 2 ton û 20 kîlo esrara neçêkirî,tonêk û 25 kîlo esrarê çêkîrî bi tevahî 3 ton û 45 kg esrar hatiye bi dest xistin.ji xeynî esrarê 601 hezar û 500 kok kenevîr jî hatîye bi dest xistin û dî cîh de hatiye îmha kirine.

 

Di operasyonê de 3 kes hatîne binçavkirin, li 6 kesan jî tê gerin.Hat diyar kirin ku bihaya tîryaka hatî bi destxistin 16 mîlyon lîreye.

 

Operasyonek jî li Batmanê bû.Li ser agahîyên hatine  bi dest xistin hêzên ewlehiyê di wesaîtkê de lêgerîn kirin.Di lêgerînê de tonêk û 234 kîlogram tîryak hat bi destxistin.