Serrûpel Nûçe 21 ketîbeyên Artêşa Azad li dijî YPG şer ragihandin

21 ketîbeyên Artêşa Azad li dijî YPG şer ragihandin

Belav bike

Li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê şerê navbera komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad û hêzên YPGê de her ku diçe kûrtir dibe.

Li gorî agahiyên dawî yên ku peyamnêrê Rûdawê Comerd Hewarî ragihandiye, niha li devera Şêrewa li nav gundên Aqîbe, Suxanekê û Dêr Mişmişê ku dikevin bintara çiyayê Lêlonê, şer û pevçûn didome.

Her wiha hat zanîn ku  21 ketîbeyên (kom) çekdar ên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê duh (26.05.2013) di daxuyaniyekê de şer li dijî YPGê ragihandin ku li nav wan de ketîbeya Selahedîn Eyûbî jî heye ku piraniya çekdarên wê kurd in.

Comerd her wiha ragihand ku ji mizgeftên Efrîn û Cindirêsê bang li xelkê tê kirin ku rahêjin çekan û li hember komên çekdar şer bikin.

Sê roj in li Efrînê şerekî giran li navbera YPG û Artêşa Azad de didome ku heta niha bi dehan kes ji her du aliyan hatine kuştin, her wiha du roj berê fermandeyê ketîbeya Selahedîn Bêwar Mistefa jî birîndar bibû.

Hat zanîn ku di şerê li dijî Artêşa Azad de Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekitî) jî pişta hêzên YPGê yên girêdayî PYDê digire. RÛDAW