Parlementerê Mêrdînê û Hevserokê KCDê Ahmed Turk, ji Radyoya Dengê Amerîkayê re axivî. Turk di derbarê serdana xwe a Amerîkayê de agahî dan û pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd nirxand.
Bi taybet Ahmed Turk li ser xapandina Kurdan a ji teref Tirkiyê ve sekinî û rayedarên Tirkiyê hişyar kirin û got, “ev sed sala ku siyaseta we li ser xapandina Kurdan dimeşe. Ger vê carê jî Kurdan bixwazin bixapînin, hûn ê zirarî bibînin.”
Ahmed Turk di beşeke axavtina xwe de wiha axivî: “dewleta Tirkiyê ev sed sale ku siyaseta xwe li ser xapandina Kurdan dimeşîne. Ji bo vê jî baweriya Kurdan bi dewletê nemaye. Lê îro em wek siyasetmedarên Kurd em bi xwe bawer dikin. Ger ku gav neyên avêtin, em ê bi têkoşîna xwe berxwedana xwe têbikoşin. Em bi xwe bawer dikin. Ger ku dewlet bi rêbaza aştiyane hazire ku pirsgirêkê çareser bike, em amade ne. Heta niha digotin ‘Kurd terorîst in’, ‘aştiyê naxwaze’ û ‘têkoşîna çekdarî didin’. Em niha dibêjin fermo, ka em nîşanî hemû cîhanê bidin gelo Kurd aştiyê naxwazin an dewleta Tirkiyê? Dewletê heta niha ji Amerîkayê re, ji cîhanê re digot, ’em li dijî terorê têdikoşin’. Mafên Kurdan nedidane ser zimanên xwe. Em dibêjin fermo, mafên Kurda bînine rojevê û têxine rojeva xwe, hûn ê bibînin ku gelê Kurd ji bo aştiyê wê her gavê bavêje. Di vê pêvajoyê de hemû cîhan wê bibîne ku kêjan alî ji aştiyê direve. Em dixwazin ku bila cîhan di vê pêvajoya çareseriyê de rola xwe a hakemtiyê bilîze û bibîne kî çi dixwaze çi naxwaze.”
AVESTA KURD