Li bajarê Frensa Cannesê, 66. Mîhrîcana Fîlman a Cannesê pêk hat û fîlmên ku xelat girtin diyar bûn. Îsal xelata herî mezin Palmiya Zêrîn, fîlma bi navê “Jiyana Adele – La vie d’Adele” wergirt. Derhênerê fîlmê Frensiz Abdellatîf Kechiche e. Derhênerê ku bi xwe xelkê Tunusê ye, di fîlma xwe de evîna di navbera du keçên ciwan de tîne ser perda spî.
Di 66.Mîhrîcana Fîlman a Cannesê de xelat û fîlmên ku xelat wergirtine wiha ne:
Xelata Mezin a Jurî: Inside Llewyn Davis (Joel & Ethan Coen)
Xelata Jurî: Like Father, Like Son (Hirokazu Koreeda)
Senaryoya Herî Baş: A Touch of Sin – Zhangke Jia
Derhênerê Herî Baş: Amat Escalante – Heli
Lîstikvana Herî Baş a Jin: Berenice Bejo – The Past
Lîstikvanê Herî Baş yê Mêr: Bruce Dern – Nebraska
Kameraya Zêrîn: Ilo Ilo (Anthony Chen)
Fîlma Kin a Herî Baş: Safe (Byoung-gon Moon)
AVESTA KURD