Serrûpel Nûçe Barzanî zimanê tehdîdê red kir

Barzanî zimanê tehdîdê red kir

Belav bike

Piştî xebata 10 salan, îro (28.05.2013) nexweşxaneya bajêr ku bi navê nexweşxaneya 400 textî tê naskirin li Silêmaniyê hat vekirin.

Merasîma vekirina nexweşxaneyê bi beşdariya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokwezîr Îmad Ehmed, Parêzgarê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salih, wezîrê tendirûstiyê Dr. Rêkewt Heme Reşîd û rêveberê giştî yê tendirûstiya Silêmaniyê Dr.


 Mîran Mihemed bi rêve çû û ji aliyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve nexweşxane hat vekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma vekirinê gotarek pêşkêş kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ji hersê aliyên opozisyonê yên Herêma Kurdistanê (Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê) re bal kişand ser wê yekê ku “Nabe ji ber armancên siyasî û destkeftên xwe yên hilbijartinê, hemû destkeftên niştimanî û xizmetguzarî yên Herêma Kurdistanê li ber çavên xelkê reş bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistan peyamek arasteyî PDK û YNK jî kir û wiha got: “Nabe bi zimanê geflêkirinê reftar bi aliyên opozisyonê re were kirin.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewama axaftinên xwe de wiha gort: “Ji bo çareseriya kêşeyan divê lihevkirina niştimanî di navbera hemû aliyên siyasî de hebe. Ji bo Herêma Kurdistanê di krîzeke siyasî re derbas nebe.”

Di derbarê sektora tendirûstiyê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyand: “Ji bo min û hikûmeta min, guhdana sektora perwerde û tendirûstiyê du armacên sereke ne di karname û planên min ên stratejî de û niha kar li ser dikim.”

Nêçîrvan Barzanî behsa bûyera bikaranîna şaş a dermanan jî kir û got: “Di dema borî bûyereke pirr dilêş em hemû xemgîn kirin, ew jî bikaranîna şaş a çareseriya çend welatiyan li Hewlêr bû ku bi sedema wê binahiya çavên xwe winda kirin. Ew weke hemû xelkê Kurdistanê kes û xoşewîstên me ne û bi rastî em pirr dilteng in ji bo tişta ku bi serên wan hat. Me li gor yasayê şopandinek û pêdaçûneke hûr destpê kiriye û wezareta tendirûstiyê jî di vê şopandinê de berdewam e.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Niha serdemê demokrasî û serweriya yasayê ye. Hemû karê me di warê tendirûstî û çarçoveya yasayê tendirûstiyê de ye ku bi hêjmara 15 a sala 2007an ji aliyê parlamantoya Kurdistanê ve hatî derxistin e.” (Rûdaw)