Serrûpel Nûçe Li Amedê formeyên Kurdistanê eleqeyeke mezin dibînin

Li Amedê formeyên Kurdistanê eleqeyeke mezin dibînin

Belav bike

Li Amedê li firoşgehan, ligel formeyên tîmên wek Galatasaray, Fenerbahçe, Beşiktaş û yên din, formeya ku rengên ala Kurdistanê li ser in û nivîsa “Kurdistanê” heye jî tên firotin. Formeya Kurdistanê ji aliyê xelkê Amedê ve rasta eleqeyek mezin tê.
Berê li bajarên Kurdistana Bakur, dema sê rengên Kurdî, kesk û sor û zer dihatine ba hev, dibûne sedema doz vekirinê û rasterast bi PKKê re têkildar dihatin dîtin. Heta tiştekî pirr trajîkomîk, berê li Amedê rengên lambeyên trafîkê, ku li hemû cîhanê heman in û kesk û sor û zer in, çima ku rengên Kurdî û bi taybet jî PKK dihanî bîra wan,  dewletê rengê lambeyan diguherandin. Îro ligel firoşgehan, li Amedê li ser îşportayê jî formeyên Kurdistanê tên firotin.
Zêdetir xortên ku temenê wan di navbera 15 û 20 saliyê de ye formeyên Kurdistanê dikirin. Berê tenê li Kurdistana Başûr forme dihatin lê niha gelek fîrma li bajarên wek Stenbol û Dîlokê formeyên Kurdistanê çêdikin û dişînine bajarên Kurdan.
Kêmzêde formeyeke Kurdistanê bi bihayê 10 lîreyî tê firotin. 
Dîsa tenê ne formeyên Kurdistanê, li Amedê li gellek deveran, posterên rêberên Kurdan jî tên firotin. Posterên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Molla Mistefa Barzanî, Serok Mesud Barzanî û Celal Talabanî li her derê tên pêşandan.

AVESTA KURD