Serrûpel Nûçe Di derbarê Kurdan de Google îmze davêje skandalekê

Di derbarê Kurdan de Google îmze davêje skandalekê

Belav bike

Di Google’ê de, di derbarê Kurdan de peyvên nijadperest. Google, li cîhanê motora lêgerînê a herî mezin e. Taybetiyeke Google, dema mirov li peyvekê digere, li ser Google ku çend tîpa an peyvê dinivîse, di derbarê wê peyvê an mijarê de gellek peyv û hevok derdikevine holê û ji aliyê Google’ê ve otomatîk tên pêşniyarkirin.
Mirov dema di Google’ê de bi Tirkî “Kürtlerden” dinivîse, peyv û hevokên bi Tirkî yên wek “ji Kurdan danûstendinê nekin”, “em ji Kurdan veqetin”, “ji Kurdan sabûn”, “ji Kurdan çawa em dikarin bifilitin” li ber mirov rêz dibin. Ev ji bo gelê Kurd heqaretiyeke û divê Google dawî ji vê skandalê bîne.
Li Almanya hemwelatiyekî, ji bo rûdaneke wisa di derheqê Google de doz vekiribû. Mirovê ku doz vekiribû, dema li ser Google’ê navê xwe dinivîse, li kêleka navê wî peyva “sextekar” tê pêşniyar kirin. Ji ber vê mirovê Almanî serî li Dadgeha Federal a Almanyayê da û Google gilî kir.
Mînakên wek vê gellek in û divê mirov û bi taybet jî gelê Kurd di vê mijarê de hişyar û hesas be ku Google şaşiyên bi vî rengî sererast bike.

AVESTA KURD