Serrûpel Nûçe Esed 5 navên ku wê bi mixalifan re rûnin eşkere kir

Esed 5 navên ku wê bi mixalifan re rûnin eşkere kir

Belav bike

Li Suriyê li ser plana Amerîka û Rusya, ku çendakî berê ji bo pêşeroja Suriyê lihevkiribûn, di demeke nêz de pêvajoyeke nû wê destpê bike.
Li gorî ragihandina Reutersê, hin rayedarên Yekitiya Ewrupa (YE) daxuyanî dane Reutersê û îfade kirine ku, Serokdewletê Suriyê Beşar Esed, ji rejîma Suriyê 5 nav yên ku dike bi mixalefeta Suriyê re hevdîtinê bike eşkere kirine. Di nav lîsteya rejîmê de Serokwezîrê Suriyê jî heye.
Esed ev 5 kes ji bo hevdîtina bi mixalifan re pêşkêş kirine:
1- Serokwezîr Vaîl Halkî
2- Cîgirê Serokwezîr Qadrî Cemîl
3- Wezîrê Enfırmasyonê Umran Zuabî
4- Wezîrê Lihehkirina Netewî Elî Haydar
5- Wezîr Joseph Sweîd
Dîplomatekî YE diyar kiriye ku, mixalefeta Suriyê ji lîsteya ku Esed diyar kiriye çend kes qebûl nekirine.

AVESTA KURD