Piştî ku navbera partiyên rojavayê Kurdistanê bi taybet PYD û El Partî aloz bû, deriyê sînorî yê navbera rojava û başûrê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû girtin.
Cîgirê rêveberê deriyê sînorî yê Fîşxabûr Neqîb Nazim ji Rûdawê re got: “Deriyê sînorî yê Fîşxabûr îro bi awayekî demkî hat vekirin.”
Nazim diyar kir ku deriyê Fîşxabûr tenê ji bo wê hatiye vekirin ku welatiyên ku dixwazin ji başûr derbasî rojava bibin bikaribin derbas bibin û da zanîn, îro nêzîkî 200 welatiyên kurd ên rojava li ser pira Sêmalka re derbasî rojava bûn.
Hat zanîn, deriyê sînorî yê Fîşxabûr îro (29.05.2013) saet 12:00 bi awayekî demkî vebû.
Rûdaw