Serrûpel Nûçe Cîgirê Barzanî: Divê Destûr vegere parlamentoyê

Cîgirê Barzanî: Divê Destûr vegere parlamentoyê

Belav bike

Cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, îro (01.06.2013) li bajarê Hewlêrê beşdarî merasima pîrozbahiya 38. Salvegera damzirandina YNKê bû û axaftinek kir.

Kosret Resûl ku di heman demê de cîgirê serokê Herêma Kurdistanê ye jî, di axaftina xwe de li ser destûrê Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek berovajî daxuyaniya Barzanî li ser destûrê da û ragihand, divê destûra Herêam Kurdistanê ji bo hemwarkirinê vegere parlamentoyê.

Resûl ku parka Şander a Hewlêrê ji endam û alîgirên YNKê re diaxifî, diyar kir ku YNK alîgirê lihevkirina niştimanî û hemwarkirina destûrê ye.

Tê zanîn, serokê Herêma Kurdistanê û serokê PDKê Mesûd Barzanî jî hefteya borî di merasima pîrozbahiya Şoreşa Gulan de li Hewlêrê gotibû: “Destûra Herêma Kurdistanê ji hemû qonaxên qanûnî re derbas bûye lewma divê bikeve referandumê û kes nikare vegerîne parlamentoyê.” Rûdaw