Serrûpel Nûçe Li Londonê bi satorê serê leşkerekî birrîn

Li Londonê bi satorê serê leşkerekî birrîn

Belav bike

Li Brîtanya li paytext Londonê bûyereke ecêb pêk hat. Du mirovên reşik yên ku eşkere bû wana dûra ola îslamê qebûl kirine, li kolana navçeya Wiloç, li ber çavên zarok û jinan êrîşa leşkerekî Brîtanî kirin. Êrîşkaran bi satorê (kêra goştfiroşiyê) serê serbazê Brîtanî birrîn. Dûra jî kuşer bi hereketên rehet li hemberî kamerayê sekinî û gotinên xwe kirin.
Kuşer di destê wî de satora bi xwîn bi kamerayê re axifî. Di vîdyoyê de kuşerê reşik ev tiştana dibêje: “Bi navê Xwedayê mezin, em li dijî mixalefeta we ti cara ranawestin. Sedema ev bûyera ku me kiriye, ew e ku her roj misliman dimrin û bi kuştina vî serbazî me heq bicih aniye.”
Dûra kujer ji jin û zarokan lêborînê dixwaze: “Jinên me jî neçar dimînin ku van dîmenan bibînin.” Kujer dîra jî Brîtaniyan tehdît dike: Hûnê tu carî aramiyê nebînin, ji ber ku giringiyê nade we, xwe ji vê hikûmetê rizgar bikin.”

AVESTA KURD