Li gorî nûçeya DÎHAyê, parlamenterê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder, ji nexweşxanê derket û çû mala xwe.
Onder li ber deriyê nexweşxanê daxuyaniyek da û li hember daxuyaniyên parêzgarê Stenbolê, şaredarê Stenbolê û rêveberê polîsê Stenbolê yên derheqê bûyerên çend rojên dawî yên Parka Gezî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ew rast nabêjin.
Sirri Sureya Onder ragihand ku dê hesabê êrişên îro yên polîsan li dijî çalakiya parastina Parka Gezî ya Stenbolê bixwazin.
di encama êrişa hêzên polîs li dijî çalakiya parastina Parka Gezî ya Stenbolê de, gelek kes birîndar bû û gelek kes jî hatin binçavkirin. Di nav birîndaran de parlamenterê BDPê Sirri Sureya Onder jî hebû ku ji ber bomebeyên gazî yên polîs di milê xwe de birîndar bibû.
Aloziya Parka Gezî 4 roj beriya niha û bi çalakiya rûniştina komek jîngehparêz li dijî xerabkirina parkê dest pê kir. Di roja yekem de Sirri Sureya Onder xwe avêtibû pêşiya makîneyên kar û nehîştin darên parkê bên jêkirin.