Kurd her facebook, twitterê bikar tînin ku ev her du jî ne yên kurdan in û ji kurdan dûr in lê xwedî mîlyar endaman in. Niha Hêvî Group di vî warî de dest avêt xebateke nû ku dixwaze bibe alternatîfek. Weşan li ser navnîşanawww.ezuem.com’ê weşanê dike. Di vê tora civakî de hir tişt bi kurdî ye, yanê kurd bi kurdî bi hev re dikevin nav têkiliyê.
Li ser Ez û Emê berpirsên vê sîstemê wisa dibêjin: “EZUEM navê vê sîstemê ye. Sîstema EZÛEM bi awayekî berfireh û tijî dê bersiva civak û kesên kurd bide. Mebesta EZ Û EM ew e ku civata kurd li hev bicivîne, cîhana kurdî bi hemî zaravayên kurdî, bi çand û hunera kurdî berhev bike. Xala herî girîng ya sazkirina EZÛEM ew e ku zanyarî û berhemên kesan yên mirovan di destê tu kesî de berhev nebin. Wekî ku tê zanîn malperên dîtîr yên cîhanî hemî di destê hindek hêz an jî kesan de berhev dibin û têne parvekirin. Ji ber vê yekê jî em dê EZÛEM bînin astekî wisa ku zanyarî û berhemên tu kesî beyî destûra wan nekevin destê kes û hêzên dîtir de. “
Pergala Ez û em ji bo mobîl, ji bo sîstema Apple û Android jî amade ye. Ew her roj zêdetir li ser pergalê dixebitin û dixwazin berê vekêmasiyên xwe ji holê rakin.
Ez û em ku bi kurmancî dest pê kiriye, dixwaze bi soranî û kirmanckî jî pergala xwe saz bike.
Xwedanê EZUEM ; Hêvî Group
Navenda EZUEM ; Azadî-Hewlêr
Ji bo peywendiyê: peywendi@ezuem.com
Ji bo karkirin bi EZUEM re; peywendi@hevigroup.com
Malper : www.ezuem.com
xeberên kurdî