Serrûpel Nûçe PÇDEK dikare beşdarî hilbijartinên Kurdistanê bibe

PÇDEK dikare beşdarî hilbijartinên Kurdistanê bibe

Belav bike

Ji aliyekî din ve jî Endamê Desteya Kargêriya Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDEK) Husên Kerkûkî ji malpera partiya xwe re ragihand ku, Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê du roj berê niha soz dabûn me, ku weke Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDEK) bersiva me bide, ji ber vê yekê jî îro Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê serbixweyiya xwe parast û partiya me weke grûpeke qanûnî jibo beşdarîkirin di hilbijartinên Herêma Kurdistan`ê de pesend kir.

Hêjayê gotinê ye ku Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDEK) di hilbijartinên 2009`an de, bi sedema nêzîkbûna wê bi Partiya karkerên Kurdistan`ê ji beşdarîkirina li hilbijartinan de hatibû bêparkirin û navê wê jî ji lîsteyan hatibû derxistin.

AVESTA KURD