Parlamentera Xiristiyan a parlamentoya Kurdistanê Sozan Xoşaba ragihand ku wê projeye yasayek ji bo zêdekirina rengek ji bo ala Kurdistanê û destkarîkirina sirûda ‘Ey Reqîb’ daye parlamentoya Kurdistanê.
Parlamentera fraksyona Civata Gel a Kildanî-Suryanî-Aşûrî Sozan Xoşabaji Rûdawê re ragihand ku di nava 4 salên borî de 4 proje yasa pêşkêşî parlamentoya kirine, lê gazind ji hebûn ku axaftin li ser hinek proje yasayan nayê kirin.
Sozan Xoşaba bal kişand ser naveroka yek ji wan projeyan û wiha got: “Me proje yasayek pêşkêş kiriye û ji bo rengek li ala Kurdistanê bê zêdekirin. Ji bo ev bibe hêmayek ji bo kêmîneyên din. Herwiha me daxwaz kiriye sirûda Ey Reqîb balê bikişîne ser neteweyên din.” Rûdaw