Serrûpel Nûçe Barzanî û Malikî di 45 xulekan de çi ji hev re gotin!

Barzanî û Malikî di 45 xulekan de çi ji hev re gotin!

Belav bike

Malikî vê carê xwest ku cuda li Hewlêrê dakeve, bi awayekî wezîrên xwe li ser 2 firokên cuda belav kirin. Beşek ji wan bi firokeke sivîl û bi 15 xuleyan berî firoka xwe şand Hewlêrê. Ew jî bi firokeke leşkerî bi hersê cîgirên xwe re, li firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê daket.

Civîna li firokexaneyê

Li gor zanyariyên Rûdawê, bi gihîştina wî bo Hewlêrê, Malikî her li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê bi serokê Herêma Kurdsitanê Mesûd Barzanî re ligel cîgirê wî Kosret Resûl. Bi amadebûna serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Îmad Ehmed. Herwiha bi amadebna sekretêrê polîtbîroya PDK Fazil Mîranî û cîgirê duyem ê Talebanî Berhem Salih civiya.

Bêhtir ji mehekê amadebûn bo serdana serokwezîrê Îraqê bo Herêma Kurdsitanê tê kirin. Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên dibîne ku ev serdan rewşa Herêma Kurdistanê cîgir dike û ji Rûdawê re got “Aramî ji bo Kurdistanê baş e. Berê xeyd di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebû. Lê niha Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi aramiyê heye. Ev serdana Malikî jî aramiyê bi dû xwe de tîne.”

Di 11 demjimêran de 4 civîn kirin

Serokwezîrê Îraqê nêzîkî 11 demjimêran li Hewlêrê maye û di vê demê de 4 civîn pêka anîn. Civînek li firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê. Civîna encûmena wezîrên Îraqê li hola Seed Ebdulla. Civîna komîta bilind a çareserkirina kêşeya di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Civîna girtî bi Barzanî re.

40 xule civîan girtî

Li gor zanyariyên Rûdawê civîna dualî di navbera Barzanî û Malikî de, ji demjimêr 02: 10 ê piştî nîroyê ve destpê kir û heta 3 yê piştî nîroyê berdewam bû. Tevî ku serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê ev civîn wek “girîng” dît, lê bêagahiya xwe li ser naveroka civînê derbîr kir. Lê wezîrê guhastin û gihandina Îraqê Hadî ‘Amirî ji Rûdawê re got “Bi xwe nabe her tişên nav civînê eşkere bibin, çiku tiştên veşartî hene.”

‘Amirî ku di heman demê de serokê rêxistina Bedr e û yeke ji wan kesên ku rola wan di nêzîkbûna Barzanî û Malikî de hebû, veneşart ku “Kêşe di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û ev kêşe jî ne veşartî ne. Lewma Barzanî û Malikî id vê civînê de eşkere behsa hemû kêşeyên kirin. Ji wan madeya 140, xercî û mafê kompanyayên patrolê, ku li Herêma Kurdistanê kar dikin û hejmark babetên din. Di vê civînê de hedu aliyan xal li ser tîpan danîn.”

Piştî civîna dualî, Barzanî biryar da ku wexer bibe bo Bexdayê. Ev jî dibe yekem serdana serokê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê piştî pêkhatina hikûmeta niha ya Îraqê di dawiya sala 2010an de. Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê di vî warî de got “Barzanî eşkere ragihand ku serdana Bexdayê bike. Lê dema wê ne diyar e ku kenî ev serdan pêk tê.”

YNK: Em agahdar in

Tevî ku civîna girtî dualî bû di navbera Barzanî û Malikî de, lê hevpeymanê PDK, ku YNK ye, dibêje em agahdarên naveroka civînê ne.

Endamê polîtbîroya YNK ku di heman demê de cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye Îmad Ehmed ji Rûdawê re got “Rast e civîn dualî bû, lê em wek YNK agahdarên naveroka civînê ne.”

Piştî vê civînê Barzanî û Malikî kongreyeke rojnamevanî lidar xistin. Di vê kongreyê de geşbînî di rûyê Malikî û Barzanî de dihat dîtin, bi awayekî dema ku Barzanî got “Bêguman serdana Bexdayê dikim. Malikî li beramber got vê carê ku ez bêm ez ê jî serdana Barzan bikim.”

Amerîka: Em pêşwaziya wî dikin

Amerîka pêşwaziya civîna encûmena wezîran li Hewlêrê kir û ragihand ku ev civîn nîşan in ji bo ku serokên Îraqê bi xurtkirina welatê xwe ve girêdayî bin, li gor destûara Îraqê.

Piştî serdana Malikî bo Hewlêrê, balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ragihandinek belav kir û ragihand “Em pêşwaziya lidarxistina civîna encûmena wezîrên Îraqê û civînên din ên berpirsên hikûmeta Îraqê li Hewlêrê dikin, bi civîna serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî û serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî.”

Nûrî Malikî, di vê serdanê de, piştgiriya xwe ji bo parêzgehkirina Helebçeyê nîşan da û ragihand ku “Em piştgiriya vê bîrokeyê dikin. Lê rêyên yasayî çine ew tiştekî din e.”

Fûad Hisên derbarê parêzgehkirina Helebçeyê dibêje “Tevî ku li gor yasaya Herêma Kurdistanê, desthilata wê heye ku biryarê bide ku Helebçeyê bike parêzgeh. Lê gotinên Malikî dibin piştgiriyeke baş bo sepandina vê biryarê.”

Parêzgeha Hewlêrê projeyekê dide Malikî

Encûmena wezîrên Îraqê, bi serokatiya Malikî, demjimêr 10:30 ê sibehê, li hola Seed Ebdulla, civîna xwe ya asayî pêk anî. Lê ti biryar derbarê Hewlêrê di vê civînê de ne da. Wek civînên din ên encûmena wezîrên Îraqê li Kerkûk, Mûsil, Besre û parêzgehên din.

Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî ji Rûdawê re got “Hewlêr cudaye ji parêzgehên bin desthilata hikûmeta Îraqê. Em li ser Kurdistanê ne. Hikûmeta me heye.” Lê neveşart ku “projeya xwe” pêşkêşî hikûmeta Îraqê kirin, bê ku ew bêjin ev proje çiye.”Lê emîndarê giştî yê encûmena wezîrên Îraqê Elî Elaq, ev proje bo Rûdawê eşkere kir û got “Rast e projeyek hat pêşkêşkirin ku pêwendiya wê bi wê yekê re heye ku di sala bê de Hewlêr dibe paytexta geştyarên ereb.”

Elî Elaq ji Rûdawê re got “Di vê projeyê de doza alîkariya darayî û moralî kirine û em jî wê dixwînin.”

Cigereya Mutleg kêşe derxistin

Dema ku encûmena wezîran di civînê de bûn, cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarê xizmetguzarîyê Salih Mutleg ji bo kişandina cigereyekê derket derve. Rûdaw jî li ser pirsa pêşmerge û Kerkûkê pirs jê kir, wî jî got “Divê bi zûtirîn dem ev pêşmerge piştî xwepêşandanên Hewîceyê li Kerkûk û derdora wê derketin, paş vegerin û ti zordariya din li Ererbên Kerkûkê neyê kirin û ew neyên koçkirin.”

Dema ku Mutleg ev ogtin got, rojnamevanekî kurd li tenişt wî got “Kerkûk Kurdistanî ye. Ji kesî re dernakeve li ser biaxife.” Salih Mutleg jî, ji pêvî temaşekirinê ti gotineke din negot.

Hikûmeta Îraqê li ser gotina Mutleg hate ser xetê û Elî Elaq di vî warî de ji Rûdawê re got “Gotinên Mutleg derbîra nerêna hikmeta Îraqê nakin. Ev babet ne di bernameya karê hikûmetê de bû.” Lewma ev gotin tenê derbîra nerînên wî dikin.

Li kongreya rojnamevanan, ku id navbera Mesûd Barzanî û Nûrî Malikî de bû. Tenê rê bi 5 rojnamevanan hat dan ku pirsan bikin. Piştî bidawîbûna kongreyê Malikî ragihand ku “Min hez dikir ku hê jî em axaftinê bikin, lê Fûad Hisên nehişt.” Rojnamevan jî dilteng bûn ji wê yekê ku rê nehat dan bo wan da ku pirsan bikin.

Serokê dîwana Herêma Kurdistanê jî bervedêriya xwe kir û got “Berê biryar bû ku kes pirsan neke. Lê me hewl da ku baweriya wan pê bînim û ew jî li ser 4 pirsan razî bûn. Dema Malikî got Fûad Hisên nehişt, bi heneka got: min dixwest navbera te û rojnamevanan têk bibim.”

7 komît pêk hatin

Di vê serdanê de çend komît di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin çêkirin ku pêk tên ji:

Komîta qerebûya mirovên enfalkirî û şehîdan.

Komîta hevahngiya asayişî li navçeyên madeya 140.

Komîta yasaya patrol û xazê.

Komîta dahata patrolê.

Komîta hevahengiya di navbera Kurd û Hevpeymana Niştimanî li parlemetoya Îraqê.

Komîta hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Herwiha komîteke bilind ku serokatiya karê van komîtan dike. Ev komît ji 6 endaman pêk tê. 3 endam ji Herêma Kurdistanê û 3 endam jî ji hikûmeta Îraqê, ku komîteke yekser ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî ve serokatiyê dike.

RÛDAW/Hîvîdar Ehmed