Serrûpel Nûçe Şahînê Soreklî lêborîna xwe ji Êzîdiyan xwest

Şahînê Soreklî lêborîna xwe ji Êzîdiyan xwest

Belav bike

Xwîşk û brayên êzîdî! Navêt ji we bihêt hêvîkirin ku hûn stema li we û pêşiyên we bûyî ji bîr bikin. Çi caran ji bîr mekin, ne da ku hûn bi encamê wergirtina tolê bixwazin, lê da ku careke din di dîrokê de neheqiyeke weha li we nebe, hovitiyeke weha encam nede û yên kirasên çandeke ne ya ji ya wan bi ser xwe de berdane nebin devên şûrên kujerên tundrê. Li ser milên Kurdên ne-êzîdî jî erk e ku stema li we bûyî ji bîr nekin. Ger hat û dewleteke kurdî rojekê gihîşt merama xwe xwedîderketina li Êzîdiyan têrê nake. Dewleta kurdî pêwîst e mafên taybet bide Êzîdiyan û alîkariyeke aborî ya awarte bo avakirina navendên olî û çandî terxan bike. Ji nuha ve her rêxistina kurdiye ji mafên mirovan re rêzgir divêt bi şêweyeke fermî ji Êzîdiyan bexşandinê bixwaze, ne ji ber ku wan yan endamên wan stem li Êzîdiyan kirine, lê wek şan û sîmboleke tawanbarkirina kiryarên neheq yên li Êzîdiyan bûne. Her rêxistineke ji bo xwe û mirovahiyê û kurdayetiyê rêzgir divêt di heman demê de bi her awayî alîkariya wan Êzîdiyan bike ku dixwazin li warên xwe û bapîrên xwe vegerin.

Di nav Kurdên îroj de jî nijadperest û asoteng û arode û tundrêyên bi şêweyên corbicor hene. Bikarhanîna bindestbûnê wek rêdana bo asotengiyê divêt nehêt pejirandin. Ew Kurdên ku neheqiya aliyên nekurd wek stem dihesibînin û stema aliyên kurd dipejirînin kesên durû yan nezan yan tirsonek in. Stem stem, e, nijadperestî nijadperestî ye, neheqî neheqî ye, ji kê û kîjan aliyan dibe bila bibe. Ger hevwelatiyekî almanî, bo nimûne, ji yekî biyanî re bibêje, “Hau ab, du şeiß Ausländer,” (Bicehime ey gûyê biyanî), ew nijadperestî ye. Ger hevwelatiyekî înglizî bibêje, “Muslims are terrorists,” (Musilman terorkar in) ew nijadperestî ye. Lê, li milê din, rojê çend caran li welatên ku “biyaniyên” li Almanya jê hatine dihêt gotin “Ewropayî kafir in,” yan “Rojavayî qehpe ne,” yan “Êzîdî li dû şeytên in,” yan “dînê heq tenê îslam e…”?! Xelkê welatên îslamî, yên Rojhilata Navîn jî di nav de, nijadperestiyê tenê bi welatên rojavayî ve girê didin. Ew xwe çi caran nijadperest nahesibînin. Hema zûlêniherîneke li welatên îslamî û rojhilatnavînî dê di cîh de diyar bike ku di nav wan de çiqa stemeke kûr û berfireh li gelan û bawermendên bi ol û mezhebên cuda bûye, lê dema mirov bi pirraniya hevwelatiyên van welatan re diaxafe ew derbarê stema li yên ne ji wan dibe de bo dewletên xwe piştgir in; tew dewletê mafdar û aliyên din tawanbar dihesibînin!

Dema zarok bûm, li gel ku navbera bavê min û Ermeniyan gellekî baş bû û nêziktirîn dostên wî Ermenî bûn jî, û li gel ku damariya min û jinên Ermeniyên cînar wek xwîşkan bûn, dîsa jî dema dilê damariya min hema piçekî ji kesekê sar bibûya, digot, “Ermeniyên sasî.” Diya min, li milê din, her ku ez diçûm Helebê bi ser min de digiriya û digot, “Li xwe miqayit be kurê min; Yahûdî zaroyan dirivînin û xwîna wan vedixwin.” Li gel ku li devera me êzîdî nebûn jî, min carine dibihîst ku “Êzîdî ji Şeytên re îbadetê dikin.” Bêguman vê gotinê ew di çavên hinek musilmanan de rasterast (haşa) “necis” dikirin. Di nav Kurmancan de dema xortek piçekî bi rengê çermê xwe esmerekî tarîreng bûya her kesî qîza xwe ndidayê. Diya min bi xwe nedixwazt qîzeke xwe bide xwazginciyekî, digot: Reş e. Lê me çi caran nijadperstî di xwe de nedidît. Xwarzêyekî min ber çend rojan ji min re got ku çawa wî û hevalên xwe, dema zaro bûn, li dû ku Ermenî êdî li bajêr kêm bû bûn, keşeyê wan didan ber keviran. Li gel ku bi dehan sal bi ser wê bûyerê ketibûn û tevî ku xwarzêyê min’î ku nuha peya bû va yeka bi poşmaniî radigîhand, dîsa jî hindik mabû ez tufe rûyê wî bikim. Ez weqa hêrs bûm ku ew şermezar derket û got, “Xalo, ma me çi zanibû! Hinekan ji me ra digotin ew kafir in. Me nizanibû kafir jî çi ne, lê…” Ji kerban hêstir ketin çavên min. Ermenî di nav bajarokên me de çelegî bûn, bayekî hênik bûn, piçek şaristaniya nûjen bûn. Hinek ji nêziktirîn dostên min yên demên zarokiyê ermenî bûn, hinek ji şêrîntirîn keçên ku cîhan di çavên min de rengîn kiribûn ermenî bûn. Mirov ê çawa bikaribûya li bajarekî kurdî neheqiyê li wan kesên bi pirranî nazik û delal bikira, ji ber ku ne musilman bûn. Û Hîn stema li Êzîdiyên kurd bûyî!!!

Dem hatiye ku rêberên ola Êzîdiyan û şarezayên wan jî ji aliyên xwe ve ronahiyekê biavêjin ser ola xwe. Dem hatiye ku dezgehên ragîhandinê yên kurdî rê bidin wan da ku Kurdên neêzîdî derbarê êzîdîbûnê de perwerde bikin. Wek Kek Tosinê Reşîd di gotara xwe de diyar kiriye, ola Êzîdiyan yek ji kevntirîn olên mirovan e ku bi yekbûna Xwedê bawer e. Lê va yeka di dem û dewrana me de nema şertê rêzgirtinê ye! Îroj bi sedhezaran milyon Hindos hene û gellek xudayên ola hindosî hene. Ma gelo dem ew dema ye ku em şûr û tifingên xwe bi dest xin û biçin malên Hindosan wêran bikin? Çi di nav baweriya ola êzîdî de hebe jî divêt bi serbestî û vekirî bihêt ragîhandin û ya li ser me rêzgirtina ji wan û ola wan re ye. Min gellek caran bi yaritî ji kek Tosin, ji hêjayan Teymûr û Andoyê Çeldergûşî û hinek dostên dilsoze din re gotiye, “Lo min wek êzîdî qebûl bikin, ez ê jî bibin êzîdî.” Lê mixabin divêt diya mirovî êzîdî be, yan na ew wek êzîdî nahêt pejirandin. Di navbera xelkê Deyşta Sirûcê û Êzîdiyan de gellek tiştên hevbeş hene, ji şêweya axaftinê bigir ta cil û bergan. Kî bikaribe sond bixwe ku gellek ji Kurdên vê herêmê rojekê ne Êzîdî bûn?

Em behsa neheqiyên demên par dikine, lê tehlûkeya neheqîkirina li bawermendên bi ol û mezhebên din hîn li Rojhilatê Navîn û şûnên din zindî ye. Di roja îroj de jî bi hezaran xiristiyan, bi pirranî bi encama tirsê, ji welatên musilman derdikevine. Di 12/04/2005 de SBS TV li Australya dokûmentereke bi navê “El Qaîde li Ewropa” raber kir. Di vê dokûmentera kalîtebaş de dilsozine El-Qaîde aşkere digotin ku “Quran kujtina kes û komên naxwazin îslamê wek ol bipejirînin helal dike.” De îcar musilmanên din çi bibêjin jî kesên ji vê komê xwe wek mafdar û bawermendên bi rêya durist dihesibînin, û tew vê gotina xwe li welatên ewropayî, welatên ku şûn, nan û asayiş dane wan, aşkere û bi serbilindî dibêjin. Va ye kêşeya mirovahiyê ya herî mezin. Di sal 2005 de hinek ji van kesan heta ji aliyê zanistiya teknolojî ve ber bi pêş jî çûne; hinek ji wan tew xwediyên şehadeyên bilind in, lê asotengiya wan, nemiroviya bi navê olê, rik û nefreta li hember yên din,… hîn wek berê maye, wekî ku di sal 10 000 ber zayînê de bin. Di nav me Kurdan de jî kesên asoteng û ne-dûrbîn hîn hene ku amade ne ji bo baweriya olî xwîşk û brayên ji heman neteweyê jî li pêş çavên xwe bikin dijmin. Komine Kurdan hene ku ji bo xatirê mezheba olî dest ji aliyê kurdî berdane û bûne alîgirên aliyê bi Kurdan re neyar. Van şêwe kiryaran dihên kirin ji ber ku Kurdên sunnî di demên par de neheqî li wan kirine. Ger em îrlendiyan wek nimûneyekê bidin ber çav, em ê bibînin çawa cudabûna baweriya olî di nav endamên neteweyekê de, ger cudabûn bibe sedema hevrikiyê, dikare ziyaneke bêhûde bigihîne berjewendiya neteweyê û bi sedan sal jî bidomîne. Çendîn car Kurdine elewî bi dilên tiji agir gazincên ji “Kurdên sunnî” kirine. Çendîn car Kurdên êzîdî ji “Kurdên musilman” gazincên bi êşê dagirtî kirine. Van şêwe hestan ji nifşekî derbas yekî din dibin û zû bi zû nahelin. Divêt em xwe bi wan ve mijûl bikin, rê li pêş rik û nefretên olî û mezhebî di nav Kurdan de bigirin û vekirî ji komên ku di demên par de neheqî li wan bûye lêborînê bixwazin, çiqa em bi xwe bi tundî li dij wan neheqiyan bin jî.

Modeya klasîk ya niştimanperweriyê nema êdî têrê dike. Niştimanperwer û Kurdperwerê resen nema êdî ew kesa ye ku tenê li serê çiyan e, yan tenê xwediyê şana “bijî Kurdistan” e. Niştimanperwer û kurdperwerê sedsala 21emîn mirovhej e, asofireh e, gel û welatê xwe ji bîr nake, lê dizane ku ji bo xwegîhandina amancên dawîn ranana gavên biçûk divên. Niştimanperwer û kurdperwerê hişyar ew kesa ye ku ji metodên arodetiyê hej nake, tundrêbûna olî û hizbî napejirîne, li hember bîr û baweriyên din di nav endamên neteweya xwe de bi tolerans e, dengê xwe bo ragîhandina rastiyê radike, li dij stemê bêdeng namîne. Niştimanperwer û kurdperwerê bi omdî ew kesa ye ku kûr diponije û dizane bêyî hişyarî, hevkarî, rêzgirtina hevbeş, ramanên mirovahî, asofirehî, tolerans û adilmendî Kurdistaneke rizgar hebe jî ew ê ji bilî navê xwe, û em hêvî bikin zimanê xwe, ji dewletên stemkar û paşverû ne cuda be.

Careke din, wek mirov û wek kurd, ez ji her êzîdiyekî ji dem û dewrana xwe wê hêviyê dikim ku dilmezin be û Kurdên ne-êzîdî bibexşîne, hem ji ber stema li Êzîdiyan bûyî û hem ji ber bêdengmayîna bav û bapîrên me li hember wê stemê.

(Ev gotara Şahînê Bekirê Soreklî di bin navê “Destên Êzîdiyan Maç Dikim” de, di nîsana sal 2005 de, di Netkurd de hatibû weşandin)