Sala borî jinekî kurd a rûniştvana Brîtanya, zaroka xwe ya 6 rojî ji qata pêncan avêt xwar, lê tevî ku zarokî rastî zererekî gewdeyî hat, jiyana xwe ji dest neda.
Îro li dadgeha Wolver Hamilton a li Brîtanya, rûniştina yekemîn a dadgehkirina Çîmen Ebdulrehman (25) bi tometa hewla kuştina zaroka xwe daye dest pê kir.
Dadgehê ew jin bi hinek tiştan tawanbar kir, ya yekemîn; “Xwestiye bi qestî zaroka xwe bikuje.” Ya duyemîn jî; “Îfadeyên ne rast daye polîsan.” Di dema avêtina zarokê xwe de, ji polîsan re gotiye ku zarokê min hatiye dizîn.
Ji bilî vê yekê Çîmen ji dadgehê re ragihandiye ku nexweşiya wê ya derûnî heye, lê piştî testê derketiye holê ku ew yek jî ne raste.
Ew zarok ji serî û hestiyên xwe birîndar bûye. Ji wê demê ve li nexweşxaneya Bêrmîngham e û di bin çavdêriya pijîjkan de ye. Li gor ajansên nûçeyan ên Brîtanya, zelamekî 32 salî li ser heman tawanê hatiye girtin, lê nehatiye eşkerekirin ku bavê wê zarokiye yan na. Rûdaw